DEM NE DEMA GOTÛBÊJÊN ÇEWT E

04/12/2012 20:36

DEM NE DEMA GOTÛBÊJÊN ÇEWT E

DEM NE DEMA GOTÛBÊJÊN ÇEWT E

Piştî bi pêşniyaza birêz Ocalan rojiya birçîbûnê ya li zindanan hat bidawîkirin, li Tirkiyê gotûbêjên di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de dîsa hatin rojevê. Her kes di muxatabiya birêz Ocalan de xwediyê nêrîna hevbeş e. Diyar e Hikûmet jî êdî gihişt vê qinyatê. Hemû derdorên têkildar bangî hikûmeta AKPê dikin ku ji bo çareseriyê gaveke erênî biavêje. Serokê hikûmeta AKPê Erdogan û berdevkê wî Beşîr Atalay di vê mijarê de daxuyanî dan û qaşo Kiliçdaroglû jî ev daxuyaniya wana erênî dîtiye!

Di daxuyaniya wan de tişta di çapemeniya Tirk de derdikeve pêş, dixwazin ku PKK dev ji çekan berde û qasî dused rêveberên wê derbasî welatên wekî Ewropa, Rûsya û hwd. bibin.

Hîn di destpêka gotûbêjan de ev raman û nêrîna çewt wê pêşî li ber çareseriyê bixitimîne û pêvajoyê dirêjtir û bi aloztir bike. Ji xwe di heman demê de qedexeya qeymeqamtiya Serêkaniyê û êrîşa polîsan a ser gel û parêzerên DTPyî, mînakek ji niyetxerabiya hikûmetê dide der e.

Niha Erdogan û berdevkê wî Atalay û CHP ya tev li ramana wan bûye, yan bi xwe pir ehmeq in, ango vî gelî û tevahiya rayagiştî ehmeq dihesibînin û xwe çavvekirî dibînin.

Niha hinek rastî hene û dema hikûmet, mûxalefet ango hêzên din bixwazin bi aliyê Kurd re ji bo rawestandina şer, danîna çekan ango çareserkirina pirsgirêkan hinek şert bidin pêş, divê destpêkê şertên pêwîst in werin cih pêk bînin. Ev şert çi ne?

A yekemîn, divê rêbertiya gelê Kurd ji zindanê were derxistin û di hevdîtinên rawestandina şer de wekî alî mûxatap were girtin.

A duwemîn, hemû dîlên azadiyê, yên zarok û mezin, jin û zilam, ên bi navê KCKê ango PKKê hatine girtin azad werin berdan.

A sêyemîn operasyonên li hemberî gel û gerîla tên meşandin ji binî ve werin rawestandin û eskerên li çolteran û çiyan vegerin qijleyên xwe.

Gava wekî destpêk ev her sê şert ji aliyê hikûmetê ve hatin bicihanîn, wê demê Erdogan, Atalay, Kiliçdaroglu dikarin derkevin pêşberê gel û qala çareserî, çekberdan, hevdîtin û hwd. bikin, wekî din ti mafê wan ê gotûbêjên di çapemeniya Tirk de derdixînin pêş tineye.

Tevgereke nêzî çel salan ji bo azadiya gelê xwe têdikoşe, bi hezaran şehîd û dîl daye, ji her malekê windahiyek, şehîdek, şervanek, koçberek, birîndarek çêbûye, welatê wê hatiye talankirin, her roj bi bombe û çekên jehrî xweza û zindiyên wê tên qetilkirin, gundên wê hatine wêrankirin, jiyan li gelê wê hatiye heramkirin, wiha bê bicihhatina daxwaz û armancên wê yên sereke, ji bo xatirê kesek du-sê kesên xwenenas ên wekî Erdogan, Atalay, Kiliçdaroglû çekên xwe danayne û berê xwe nade xerîbiyê, koçber nabe.

Yekî ku Kurdistanê, Tirkiyê nas neke, Erdogan, Atalay û Kiliçdaroglû nedîtibe, bi durûtî û dek û dolabên wana nehisiyabe, wê bêje qey çekên PKKê li serê wê bûne bele, hema dixwazin xwe jê xelas bikin, lê kesekî li van çekan xwedî derkeve tineye, wê Erdogan û Atalay hema biçin Qendîlê û ji erdê çekan berhev bikin û bi ser de rêveberên gerîla jî li xwe heyirî mane, nizanin bê çawa ji çiyê bazdin û bi kîjan welatî ve birevin; ji bo vê Erdogan û Atalay ketine heyra wana û ji wana re li Ewropa, li Rûsya li qesr û qonaxan digerin ku wana bi cih bikin!

Hey xwedê aqilekî bide bêaqilan. Ev tev fen, fût û fitlonekên nehatina ser rêka çareseriyê ne. Erdogan, Atalay, Kiliçdaroglu û hemû kes û hêzên wekî wana dihizirin êdî baş zanibin, heta hûn gav neavêjin û her sê xalên sereke ên li jorê pêk neynin, ji Qendîlê ne gerîla, ne dused fermandar pisîkeke li ber konê gerîlan jî danakeve nayê Tirkiyê an welatekî din û dev ji têkoşîna azadiya gelê Kurd û rizgariya Kurdistanê bernade. Yan hûnê wekî camêran Kurd û Kurdistanê bipejirînin, an hûnê dev ji van fen û fûtên xwe berdin. Ger hûn dijminatiyê dikin jî bi camêrî bikin, ne bi durûtî, ger hûn li çareseriyê digerin jî dîsa bi camêrtî bigerin ne bi durûtî.

HESEN HUSEYÎN DENÎZ