100 hezar kes hesabê komkujiya Parîsê pirsî

13/01/2013 18:44

100 hezar kes hesabê komkujiya Parîsê pirsî 100 hezar kes hesabê komkujiya Parîsê pirsî                            ANF 21:29 / 12 Çile 2013 Parîs - Ji seaetên duh êvarê ve bi hezaran kes berê xwe dan Parîsê û li Gare de l’Est (Gara Rojhilat) a li Parîsa paytexta Franseyê kom bûn. Meşa ji bo şermezarkirina komkujiya li Parîsê pêk hat û ji bo ronîkirina cinayetê, bi beşdariya zêdetirê 100 hezarkesî pêk hat.. Ji saetên danê sibê ve cadeya ku diçe cihê çalakiyê ji Kurdan tije bû. Derdora garê tije mirov bûn û heta niha jî herikîna girseyê ya ber bi garê ve berdewam dike. Esnafên Kurd derabeyan daxistin û tevlî çalakiyê bûn. Qada ku girseya gel lê kom bûye, li nêzî Navenda Enformasyona Kurdistanê ya ku siyasetmedarên Kurd ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwan Leyla Şaylemez 9’ê çileyê hatin qetilkirin e. Qad bi alên KCK, PKK, PJAK, PYD, rêxistinên jinan KJB û PAJk û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye xemilandin. Her wiha nunerên partiyên Başûrê Kurdistanê û partî û rêxistinên Fransî jî tevlî xwepêşandana girseyî bûn. Rêxistinên çepgir ên Tirkiyeyê weke MLKP, MKP, ATİK, DİDF, DHK, DKP, ADHK, EÖÇ û KDO tevî al û pankartên xwe tevlî çalakiyê bûn. Partiya Komunîst a Kurdistanê û Civata Îslamî ya Kurdistanê CÎK) jî bi rengê xwe tevlî çalakiyên bûn. Her wiha, rêxistinên Êzidî û Elewî jî destekek tam dan çalakiyê. Asurî-Keldaniyên li berbajara Villiler-le-Bel a Parîsê dijîn derabeyên dikanên xwe venekirin û piştgirî dan Kurdan. Kurdistaniyên ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî çalakiyê bûn. Çapemeniya Fransî ya ku bi rojan e li cihê bûyerê ye, îro jî eleqeyek mezin nîşan çalakiya Kurdan da. Tevlîbûna xwepêşandanê bi berdewamî zêde dibe û girse dê bimeşe Qada Colonel Fabien. Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk jî tevlî meşê bûn. Siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê û nunerên sazî û rêxistinên Kurdan jî di meşê de amade bûn. Piştre jî bi tevlîbûna bi 100 hezar kesî meşek hate lidarxistin. Kurdistaniyên ku serê sibê zû li Gare De l'est hatin cem hev û xwestin bimeşin. Lê ji ber ku qada kombûnê teng bû û têrî bi dehhezaran kesî nekir, meşa ku wê saet 12.00’an dest pê kiriba hate paşdexistin. Piştî meşeke dirêj saet li nêzî 14:00'an serê korteja kurdan a meşê xwe gihanda qada ku wê mitîng lê pêk were, Kolonel Fabien. Gelek partiyên siyasî yên Fransayê, sendîkayan û rêxistinên çep ên Tirkiyeyî jî cihê xwe di meşê de girtin. Ji 7 salî heta 70 salî bi dehhezaran kes weke lehiyê herikîn cihê wê lê mitîng pêk were. Piştî ku mitîngê dest pê kir bi 2 saetan jî dawiya korteja kurdan nehat û bi hezaran kes herikîn qadê. Li qadê piştî rêzgirtinê, Serokê Federasyona Komeleyên Kurd Mehmet Ulker axivî û ji bo beşdarbûna zêde malavahiya gel kir kir. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî axivî û got: "Ez li ber her sê qehremanên jin li ber têkoşîna wan, ku îro bûne sedama vê hevdîtina mezin bi rêz bejna xwe ditewînim." Kişanak diyar kir ku ewê 3 fîdanên têkoşîna jinên Kurd ber bi dawiyê ve bişînin. Gultan da zanîn ku niha ew li ser navên wan ji vir diqîrin û wiha axivî: "Em vê komkujiyê şermezar û nelet lê dibarînin." Kişanak bang li hukûmeta Fransayê kir, ku komkujiyê zû ronî bike û wiha got: "Tu komkujî, mirin, zilm nikare pêşî li têkoşîna azadiyê ya jina Kurd bigire. Emê weke jin di refên pêş ên vê têkoşînê de her tim cihê xwe bigirin û xwe nedin paş." Piştre Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk jî axivî û daxwaza ronîkirina bûyerê ji hukûmeta Fransayê kir. Li ser navê Tevgera Jinê ya Kurd jî Sakîne Karakoçan axivî û wiha got: "Her 3 hevalên me bi rûreşiyeke mezin înfaz kirin. Ew li ser rastiya heqîqeta Rojê dimeşiyan, ew ji roniyan wan tirsiyan. Karakoçan destnîşan kir, ku ewê serê xwe li ber vê komkujiyê netewînin Bila ew kes û hêzên komkujî pêk anîne ew rûreş, vî gelî vîna vî gelî bibînin, û binêrin ka Sakîne, Fîdan û Leyla mirine an na?" Serokê Kongra Gel Remzî Kartal jî daxwaza ronîkirina komkujiyê kir û bang li Yekîtiya Ewrûpayê kir, ku PKKê ji lîsteya terorê derxe û wiha got: "Çawa tu lîstik, plan û konsept li dijî gelê Kurd neçûn serî wê ev jî neçin serî, dê gelê Kurd bi ser bikeve. Heke dixwazin Yekitiya Ewropayê û bi taybetî Fransa dixwazin di vê pêvajoya aştiyê de cih bigirin, bila vê bûyerê ronî bikin." Mitîng bi axaftinên mêvanên ji sazî û rêxistinên biyanî berdewam kir. Tevî nunerên Kurdan gelek rêxistin û parlementerên Fransî jî amade bûn. Her wiha derdora 50 rêxistinên jin ên Fransî jî amade bûn û peyam dan.